Malbata Necar: Salihê me 60 salî ye

Serokomar û Serokwezîrê Tirkiyê gotibûn ku, kesekî bi navê Salih Necar ji Amûdê teqîna Enqereyê kiriye.

K24- Navenda Nûçeyan

Malbata Necat a li Amûda Rojavayê Kurdistanê dijî, tekez kirin ku tu xortên wan ên bi navê Salih nîne.

Piştî teqîna Enqereyê, ku 28 kesan têde canê xwe ji dest dabû, Serokwezîrê Tirkiyayê Ahmet Davutoglu û Serokomarê Tirkiyayê Recep Tayyip Erdogan gotin ku, kesekî bi navê Salih Necar, ku ji Amûdê ye û endamê PYDê û YPGê ye, ew teqîn kiriye.

Malbata El-Necar ew daxuyaniyên Davutoglu û Erdogan red kir û diyar kir ku, di nava endamên malbatê de kesê bi navê Salih Necar nîne.

Malbata Necar ji ajansa ANHAyê re tekez kir ku, kesekî bi navî Salih Necar li Amûdê tuneye.

Şivan Mecîd Necar û Mihemed Xêr Cumaa Necar  xelkên bajarê Amûdê ne û wan jî daxuyandin ku kesekî bi navê Salih Necar ku sala 1992an hatibe dinê tuneye.

Şivan Necar eşkere kir ku kesekî bi navê Salih Necar heye; lê temenê wî 60 sal e û niha li gundê xwe Bibo yê bi ser Amûdeyê dijî.