Li taxa Şêx Meqsûd çar Kurdên sivîl hatin kuştin
Ev meheke şer û pevçûnên giran, di navbera grûpên Islamî û YPGê de, li taxa Şêx Meqsûd li bajarê Helebê ya ku piraniya welatiyên wê Kurdin berdewam e, di encam de bi dehan welatî hatine kuştin û birîndarkirin.
K24-Navenda Nûçeyan
Di encama şer û pevçûnên giran, di navbera Yekîneyên Parastina Gel(YPG) û grûpên ser bi opozîsyona Sûriyê de, li taxa Şêx Meqsûd li bajarê Helebê çar welatiyên sivîl canê xwe ji dest dan.
Derbarê kuştina wan sivîlan de, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan di daxuyaniyekê de tekez kir ku, ew her çar sivîl di encama şer û pevçûnên de di navbera YPGê û grûpên Islamî yên ser bi opozîsyona Sûriyê li taxa Şêx Meqsûd hatine kuştin.
Rewangehê da zanîn ku ji bilî wan her çar kuştiyan, 10 kesên din jî birînadrbûne, birîna hinek ji wan girine.Ji aliyeke din ve malperên ser bi pozîsyona Sûriyê ve aşkere kirin ku, çekdarên wan karîn Seken El-Şebabî li taxa Şêxmeqsûd ji bin destî YPGê kontirolbikin.