Sererkanê Tirkiyê Hulusî Akar serdana Diyarbekirê kir

Piştî ku, polîs, cenderme û tîmên taybet nekarîn şerê kolanan bi dawî bînin, hikûmeta Tirkiyê ji Artêşê xwest bi alavên giran û komandoyan bikevin kolan û taxên Cizîr, Sûr û Silopiyê

K24-Diyaberkir

Sererkanê Tirkiyê Hulusî Akar, bi armanca çavdêriya operasyonên navçeya Sûrê, serdana Diyarbekirê kir.

Qedexeya derketina derve ya navçeya Sûrê gihîşt roja 85an, li navçeyê jî operasyon bê navber berdewam dikin. Heta niha jî Artêşa Tirkiyê tevahiya taxên navçeyê negirtine bin kontrola xwe.

Serekaniya Tirkiyê di malpera xwe de ragehand, Sererkanê Tirkiyê General Hulusî Akar, bi armanca kontrolkirina operasyonan, çavdêrî û lêkolîna baregehên serbazî çûye Diyarbekirê û derheqê operasyonan de agahî girtine.

Piştî ku, polîs, cenderme û tîmên taybet nekarîn şerê kolanan bi dawî bînin, hikûmeta Tirkiyê ji Artêşê xwest bi alavên giran û komandoyan bikevin kolan û taxên Cizîr, Sûr û Silopiyê.