Berpirsekê asayşîya Îraqê: Îran bajarokekê li nêzîk sinûrê Seûdîye diek bingeheka sebazî.

Rojname ya Elşerq Elewset, hebûna serbazgehek û cibexaneyeka ser bi Pasdaran li bajaroka Nexîb li parêzgeha Enabrê aşkera dike.

K24- Hewlêr:

Rojname ya Elşerq Elewset, hebûna serbazgehek û cibexaneyeka ser bi Pasdaran li bajaroka Nexîb li parêzgeha Enabrê aşkera dike.

Jêderkî asayîşîya Îraqê got: Bajaroka Nexîb ku dikeve ser snûrê Seûdîye, bûye bingeheka serbqazî bo hêzên pasdarên Îranê.

Herweha rojname dibêje: (li wir hebûneka ne suriştî ya wan heye, di vê bajaroka dûreperêz cibexaneyên çekên Îraanî hene.) xuya jî kir ku li wir, efserên serbazîyên Pasdaran meşqê bi yekeyên Hizbullaya Îraqî dikin.

 

Her wî jêderî ji Enbar bo rojnameya Elşerq Elewswt daye xuyakirin ku qezayaNexîb ser bi parêgeha Enbar bûye, lê ji alîyê lîwaya Elebas dest xiste ser û bi zorê xist ser parêzgeha Kerbelayê çunku dikeve ser sinûrê Seûdîye. ji bilî wê yekê jî rêya hişkayê ye bi bîyabanê re bo Sûryayî û jêder dibêje: Ew giringe bo Îranê çunku gelek hewldan heya rêyek hişkayê bo xewe vebîne di navebr Îraq û Sûryayê de bi rêya parêzgeha Enbarê, lê nedişya.  Herweha amaje da ku Îranê hêzên Heşda Şeibî, xistin di nav oprsyûna rizgarkirina Enabrê hey ku şûnpîyekê  bo xwe li wir durist bike û dûv re jî derazînkeka Tenaha hişkayê bo Sûryayê ji xwe re çê bike.  Belê serok hozzên Enabrê û hêzên Emerîkayê li bingeha Eynilesed li nêzk Hebanîye, pişikdarîya Heşd Şeibî qibûl nekirin.

Herweha ewî jêderê asayîşîyê Îraqî ku efsere û pileya Eqîd heye di nav leşkerê Îraqê de û li Nexîb xizmet dikir berî bihê veguhaztin bo Enbarê daku bihê dûrkirn, got: Giringtrîn egerên dest bi serdagirtina lîwaya Elebasa ser bi Heşda Şeibîya ku ser bi Hizbûllaha Îraqîye û dûvelanka Îranêye,  vedîtina şûnpêyekêye bo hêzên Feyleqa Qudis ser bi pasdarên Îranê ku Qasim Sulaymanî serkirdatîya wê dike, li nêzîk Sinûrê Seûdîye ji alîyekê û ji alîyek din jî dabînkirina rêyeka tenaha hişkayîyê bo veguhaztina Pasdaran û çekî bo Sûrayayê û Hizbûllaha Lûbnanî.

Herweha jêderî got: Nexîb niha ji hêzên hikumeta Îraqê, çi leşker çi polis, valaye, û lîwaya Elebas bajarok ji danîşvanên wê yên ku Sûnne rêçikin bi bineçe ji enbarin, daşordin, yên Şîe riçik jî ber bi deverên nêzîk Parêzgeha Kerbelayê bi dûrxistin bi egerên asayîşî. Bînanîya wan ew bû ku bajarokê û Kerbelayê ji çekdarên daiş dê bi parêzin ku di bineret de ji her Nexîb dûrbûn.

Ew jî got ku lîwaya Ebas Zirêpoşên pêşkevtî û çekên giran û navend û sivik hene ku hemû Îranîne.

Herweha  got: Babet ne tenê çekin, belku serbazgehek heye bo meşiqkirna Şîeyan ku piranîya wan ne ji Şîeyên Îraqêne û têkilî  xelkê nabin. Bi bawerîya me jî, piranîya wan ji Îranî û Efxanî ne ku derên sinûrîyê Îraq- Îran li derazînka Mundirîye û ZirbatÎye ramalîn  li çileya Husên  kevtin di nav Îraqê de û ti pasport û vîze nebûn û  gelek ji wan nevegerîyane û di îraqê de mane.

Dihê gotin ku kanûna Dûyêya Bûrî, di hilkevta çilîya Hussaên de, zêtir ji nîv milyon Îranî û 180 hezr Efxanî sinûrê Îraq-Îranê ramalîn bê ku pasport û vêze hebin û kevtin di nav axa Îraqê de û gelek ji wan negeryan îranê û pişkek mezin ji wan, heya niha li parêzgeha Kerbelayêne û pişkeka jî ne dîarin û jêderên asayîşîyên Îraqê di wê bawerîyê de ne ku piranîya wan kevtine di nav Deşda Şeibî de, ewa hêza ser bi Îranê ve bi merema meşiq pêkirina wan û şandina wan bo Sûryayê.

Jêdrê asayîşî got ( li gor zanyarîyên me Îranê vîyabû çek û çekdaran bi Herêma Kurdistanê re bişne, li ser axa dikeve jêr desthilat PDKyê bi serokatîya Mesûd Barzanî bi rêya derbazbûnê ji çemê Xabûrê bo Sûrya, lê Barzanî bi tundî ev babet red kir. Lew pasdarê Îranê naçarbûn çek û çekdarn  veguhêzin bo bajaroka Nexîb, pişkek ji van çek û çekdaran bi rastî hetin veguhaztin bo Sûryayê û pişka mezin jî di nav axa Îraqê de mane li benda delîveya pêdivîne  û bi alîkarîya Hizbulalha Lûbnanî.

Jêdrê asayîşî  xuya jî kir ku hêzên fermîyên Îraqê nekarin biçin di nav Nexîb de bê ku hemahengîyê li gel Hêzên Îranê bikin û got: Erê meqûle leşkerê Îraqê û Hikumeta Îraqê nekarit biçe di nav bajarokeka Îraqî wek Nexîb û bizane çi têd e rû dide ku Lîwaya Elebas bi temamî kontirol kirîye.  Xuya jî kir ku Qasim Suleyamnî serkirdeyê Feyleqa Quds a ser bi Pasdarên Îranê, dû caran serdana bajaroka Nexîb kiribû bi yawerîya Ebu  Mehdî Elmuhendis. Serkideyê Heşda Şeibî  û ji nêzîk ve li rewşa wir agahdabû.