Serkeftina Kurdekî bû sedema nerazîbûna Azeriyan

Di hilbijartinên Îranê de serkeftina birbijêrekî Kurd li bazinê Nexede û Şino yên ser bi parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, bû sedema nerazîbûna Azeriyan.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/edd296ec-40aa-4b46-b77b-ef031567217f/Shadi%20le%20nexede%20u%20Sno.ism/manifest

K24 – Hewlêr

Di hilbijartinên Îranê de serkeftina birbijêrekî Kurd li bazinê Nexede û Şino yên ser bi parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, bû sedema nerazîbûna Azeriyan.

Bi serkeftina berbijêrê Kurd Ebdûlkerîm Hûsên Zade li sînorê bajarên Şino û Nexede yên ser bi parêzgeha Urmiyê ku karî 62 hezar deng bidest bixe, Kurd kêfxweş bûn, lê ne bi dilê Azeriyan bû, ku niştecihên Nexede ji Kurd û Azeriyan pêk tên.

Serkeftina wî berbijarê Kurd ku bûye cihê baweriya dengderan girîng e û herwiha di warê neteweyî û cografî de jî pêngaveke baş e. Herçiqas di hilbijartinên Îranê de reformxwaz û mihafezekar li pêş in, lê li hinek navçeyan neteweyên cud abo xelk û cografya deng didin.

Li beşekî parêzgeha Urmiyê, neteweyên cuda ji bo îspatkirina hebûna xwe deng dane, li her du bazinên Urmiye û Nexede-Şino bi awayekî eşkere ev hevrikiya han xwiya ye. Li bazinê Urmiyê, sê nûneran karîn kursiyên Civata Şûraya Komara Îslamî bidest bixin, loma li wê bazinê Kurd û Azerî hewl didin du nûnerên wan hebin.

Li gor Qeymeqamê Şino Esed Xizirê, tenê li vî bajarî mafê dengdanê yê 51 hezar kesan heye û 40 hezar û 400 kesan dengê xwe bikar anîne. Dengderên Nexede û Şino, piştî derketina encamên hilbijartinê û ragihandina navî wî berbijêr Kurd kêfxweşiya xwe anîn ziman.

Li beramber vê serkeftina birbijêrê Kurd, du berbijêrên Azerî bi navên Elî Zencanî û Mehdî Îmanî derbarê encamên hilbijartinan de nerazîbûna xwe anîn ziman. Herwiha bû sedema nerazîbûna Azeriyan jî. Azerî li ber Qeymeqamiya Nexede kom bûn û nerazîbûna xwe nîşan dan.