Li ser sînorê Tirkiyê bombeyek teqiya: Zarokek mir
Ev ne cara yekemîne ku, welatiyên Kurd ji encama teqîna bombeyên çandî canê xwe ji dest didin, berî niha li bajarê Kobanê gelek welatiyên wî bajarokî di encama teqîna bombeyan li ser sînor canê xwe ji dest dane.
K24-Minbic
Zarokek ji bajarokê Minbicê yê bi ser Parêzgeha Helebê, dema ku dixwest li gel bavê xwe sînorê Tirkiyê dabezîne bombeyekî çandî teqiya, di encama de canê xwe ji dest da, herwiha bavê wî jî bigiranî birîndar bû.
Çalakvanên sivîl li bajarê Minbicê ragehandin ku, Duh, danê sibehê zaokê Kurd yê bi navê Umer Mosa ku temenê wî 10 salin dema ku dixwest ji bajarokê Minbicê li gel bavê biçin Bakurê Kurdistanê bombeyeke çandî tê de teqiya, di encam de canê xwe ji dest da û bavê wî zarokî jî bigiranî birîndar bû.
Li go zanyariyên çalakvanan welatiyên bajarokê Minbicê bavê wî zarokî gihandine nexweşxaneya bajê lê ji ber bombeyên çandî nekarîn temê wî zarokî veguhezin ciheke din.Dan zanîn ku ew zarok û bavê xwe ji ber nebûna ewlehiyê û kiryarên DAIŞê reviya bûn.