Kobanê piştî 3ê salan bi elektirîkê ronahî bû

Rêveberiya Elektirîkê huşdarî da welatiyan ku, destê xwe navêjin ti alavên elektirîkê ji ber ku, ew niha li ser dabeşkirina elektîrêkê bo navçeyên din yê Bajarê Kobanê kar dikin.

K24-Kobanê

Piştî çaksaziya ku du mehan li ser toreya elektrîkê û bendava Tişrînê Rêvebreriya Elektirîkê li bajarê Kobanê karî wî bajarî piştî bieîna sê salan bi elektirîkê ronî bike.

Derbarê gihandina elektirîkê ji bendava Tişrînê bo bajarê Kobanê piştî sê salan ji birîna wê Rêveberê Dezgeha elektirîkê li bajarê Kobanê Fehin Mihmed daxuyaniyek belav kir, tê de behsa karê du mehan li ser çaksaziya tora elektirîkê kir, herwiha tekez kir ku ew dê gundên Kobanê jî di hundirê heftiyekî de bi elektirîkê ronî bikin.

Rêveberiya Elektirîkê ji seat 4 êvarî heta sibeha roja din taxê rojavayê Kobanê û çend gundên li ser sînorê Bakur û Rojavayê Kurdistanê bi elektirîkê ronî dike. Li gor perbirsên elektirîkê tenê di dema sibehê de bi armanca berdewamiya  proseya çaksaziyê wê elektirîk tê birîn.

Rêveberiya Elektirîkê huşdarî da welatiyan ku, destê xwe navêjin ti alavên elektirîkê ji ber ku,  ew niha li ser dabeşkirina elektîrêkê bo navçeyên din yê Bajarê Kobanê kar dikin.

Fly Erbil Advertisment