Raya giştî sîstema serokatiyê çawa dibîne?

Li Tirkiyê nîqaşên li ser gyhertina destûra bingehîn û sîstema serokatiyê berdewam in. Ji bo serokatiyê herçiqas tiştek nehatibe zelalkirin jî lê piştgirî û dijîderketinek di nav raya giştî de heye.

K24 – Enqere

Li Tirkiyê nîqaşên li ser gyhertina destûra bingehîn û sîstema serokatiyê berdewam in. Ji bo serokatiyê herçiqas tiştek nehatibe zelalkirin jî lê piştgirî û dijîderketinek di nav raya giştî de heye. Kompanyayên rapirsiyan jî amarên xwe eşkere kirin.

Pergala Parlamenterî yan Serokatî? Pergala rêvebirina Tirkiyê di qonaxa guhertinê de ye. Hikumet, li parlamentoyê di komîsyona guhertina destûra bingehîn de wek yekem şert pergala serokatiyê diavêje pêş. Partiyên opozîsyonê jî li dijî vê yekê derdikevin, heta Partiya Komara Gel xwe ji komîsyonê kişand û merca vegerînê jî pergala serokatiyê wek xeta sor nîşan da.

Di nav vê avûhewayê de raya giştî jî helweasta xwe ya li hemberî pergaleke nû diyar kir.Li gor lêkolînên Optîmarê rêjeya piştgiriyê di nav vê mehê de zêde bûye û sedemên wê jî bi taybet metirsiyên li Suriyê ne.

Li ser rapirsiya şirketa xwe Serokê Kompanyaya Rapirsînên Optîmarê Hilmî Taşdemîr agahî dan Kurdistan24ê û got: “Li gor lêkolînên me tenê di nav vê mehê de rêjeya piştgiriyê ji sedî 3 zêde bûye. Niha di raya giştî de metirsiya parçebûnê heye, ji ber vê yekê jî wek rêya aramiyê gel hêdî hêdî pergala serokatiyê baş dibîne. Eger bingeha vê yekê were sazkirin serokatî dikare bibe pergala Tirkiyê ya nû.”

Ji aliyê din ve, Pergala Serokatiyê di nav şert û mercên heyî de nemûmkîn e. Pêdiviya partiya desthilatdar li parlamentoyê bi zêdetir kursîyan heye. Ji bo vê yekê jî hilbijartinek nû pêwîst dike, lê belê di kulîsên Enqerê de tê axaftin ku ji erkxistina 28 parlamenterên HDPyî partiya desthilatdar wê hêza xwe ya referandûmê bikaribe dabîn bike.

Lêkolîner û Serokê Kompanya Rapirsînên Makê Mehmet Alî Kulat jî nerînên xwe wiha anîn ziman: “Demeke dirêj e, pergala serokatiyê rojeva Enqerê ya veşartî ye. Hikûmet naxwaze hilbijartineke din bide pêşiya xwe. Ji ber ku ev yek rîskek mezin li xwe digire, lê fezlekeyên derheqê HDPyîyan de vêga wek rêya herî hêsan diyar dike. MHP jî di rewşek wiha de amade ye ku piştgiriyê bide hikûmetê.”

Eger parêzbendiya 28 HDPyîyan bê rakirin, Tirkiye di van herêman de wê biçe hilbijaritnên navber, di encama wan de jî eger hikûmet 330 kursîyan peyda bike wê bikaribe vê mijarê bibe referandûmê.

Li aliyê din, ligor lêkolînên Metropollê jî piştgiriya pergala serokatiyê rêjeya herî mezin di sala 2012an de bi rêjeya ji sedî 43.2an dîtiye ku ew yek jî rastî dema proseya çareseriyê tê. Ji encama lêkolînên kompanyayên rapirsînan, derdikeve holê ku piştî têkçûna proseya çareseriyê pişgritiya raya giştî ya bo pergala serokatiyê jî her kêm bûye.

Lêkolîner û Serokê Kompanya Rapirsînên Makê Mehmet Alî Kulat