Penaber û Xewna gehiştina Ewropayê

Rojan e penaberên Sûriyê bi rêyayên cor bicor berê xwe didin Ewropayê, wan welatan weke xewnekî ji xwe re dibînin, lê heta ku xewna xwe pêktînin, rastî gelek êş û zehmetiya dibin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/fcebb005-7455-47bc-94a2-6bbd9baa1efd/Penaber%20Yonan.ism/manifest

K24-Navenda Nûçeyan

Gihiştina Ewropayê ne xweneke ku tu çavên xwe vekî û xwe li wir bibîne, lê pêwîste mirov di vê rewşa xirab de hawlên çûna Ewropayê bibe, ne diyare jî tuyê bigehî yan jî na?

Nêzî 12 hezar penaber ku, piraniya wan xelkê Sûriyê ne li Yonanistanê dimînin û li ser sînorê Meqdonyayê neçar mane, yekîtiya Ewropayê jî, kampeke piçûk û gerok li wir vekirye, ew kampekî wan penaberan dihewîne, lê  xwarineke kêm û ne weke ku pêwist digihe wan .

Penaberk bi nave Muhemedê sûrî ku wiha li wir hatiye naskirin,  ev serê 10 rojane li ser sînor bê pere maye, Mihmed ligel malbata xwe çaverê ku wî sînorî derbas bike û dibêje: "Li Sûriyê em tune bûn ez hatim vir da ku hest bi mirovatiya xwe bikin,  lê heman tişte , em weke heywana ne."

Herçende Yonanistan kampeke din jî bo penaberan avakirye, lê penaber dibêjin em nehatine daku li Yonanistanê bimînin, ji ber ku hemû dizanin rewşa Yonanistanê rewşa aborî xirabe û eger sînor ne vekin ew dê rêyeke din ji xwe re hilbijêrin.

Penabereke jin bi nave Ala behsa ewrşa xwe dike û wiha dibêje:"Me ti bijarde nînin ji bilî gihiştina bakurê Ewropayê. Me tiştek li vir nemaye , ne hêvî û ne jî pere."

Rojan e penaberên Sûriyê bi rêyayên cor bicor berê xwe didin Ewropayê, wan welatan weke xewnekî ji xwe re dibînin, lê heta ku xewna xwe pêktînin, rastî gelek êş û zehmetiya dibin.