Barzanî behsa qehremaniya keçên Kurd dike
“Tiştê ku jinên Kurdistanê bo miletê xwe kiriye wêneyên wê di dîrokê de kêmin"
.jpg)
K24-Hewlêr
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi helkefta roja Jinan ya Cîhanî beyanek belav kir, tê de pîrozbahiyên arasteyî dayik, keç û jinên şehîdan kir.
Di beyana xwe de Serokê Herêma Kurdistanê wiha dibêje: “Tiştê ku jinên Kurdistanê bo miletê xwe kiriye wêneyên wê di dîrokê de kêmin, wan piştevaniya şoreşê kir, penaberî û derberî dîtin, tehemula kirîz û karesetan kirin û beşdarî di jiyana civata xwe de kirin, herwiha şerê ji bo niştiman û di şerê li dijî DAIŞê de keçên Kurd qehremaniyek tomar kirin.”
Ev jî deqa peyama Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ye.
Bi navê Xwedayê Gewre û Mehrîban
Bi helkefta 8ê Adarê roja jinan a Cîhanî, ez gerimtirîn pîrozbahîyên xwe li jinên Kurdistanê û cîhanê dikim, pîrozbahî li dakiya şehîd, jin û keçên şehîdên serbilind dikim ku erkê giran li ser milên wane û hêviya aramî û bexteweriyê bo wan dixwazim.
Jin xwediyê rolek karîger û serekene di civatê de, beşê mezin ji êş, azerî, berxwedan û têkoşîna gelê me li ser milê jinan e, cihê destê wan û piştevaniya wan ji bo şoreşê, berxwedana Pêşmerge, bergiriya gelê me, tehemula êş û penaberiyê û xebata sivîl û siyasî de diyre. Jin di durust kirina dîrok û destkeftiyên gelê me de beşdarin ev rastiyeke û divê em hemû şehnaziyê pê bikin.
Tiştê ku jinên Kurdistanê bo miletê xwe kiriye wêneyên wê di dîrokê de kêmin, wan piştevaniya şoreşê kir, penaberî û derberî dîtin, tehemula qeyran û karesetan kirin û beşdarî di jiyana civata xwe de kirin, herwiha şerê jibo niştiman û di şerê li dijî DAIŞê de keçên Kurd qehremaniyek tomar kirin.
Ligel vê yekê jî hîna rastî tundîtûjî û hin caran binpêkirina mafê wan tê kirin, erkê ser milê her kesekî û hemû dam û dezgehên hikûmî û rêxistinên sivîl e ku rêzê li mandîbûn û têkoşîna jinan û mafên wan bigrin, herwiha kar jibo wê yekê bikin ku jin bi asûdî rola xwe di civata sivîl û siyasî de bêyî hîç berbestekê bibînin û tundîtîjî bi hemû cûreyî li dijî jinan nemîne.
Di vê boneyê de ez hêviya serfirazî û bexteweriyê jibo jinên Kurdistanê dixwazim.
Serokê Herêma Kurdistanê
Mesûd Barzanî