Termê 7 kesanan ku li Cizîrê hatibûne dîtin li Rihayê hatin veşartin

Li Cizîra Bota qedexeya derketina derve 79 rojan berdewam kir û ji jêrzemînên 3 avahiyan, nêzîkî 200 termî hatin derxistin ku piraniya wan hatibûn şewitandin.

K24-Navenda Nûçeyan

7 termên ko ji jêrzemînên Cizîrê bi armanca otopsiyê hinadibûne Rihayê, li goristana bêkesan hatin veşartin.

Piştî dawîbûna operasyona Cizîra Bota, ji jêrzemînan nêzîkî 200 cenaze hetibûn derxistin. Term bi armanca otopsiyê li ser nexweşxaneyên bajarên bakurê Kurdistanê hatibûn belavkirin.

Ji 28 termên ku bo Rihayê hatibûn hinartin, nasnameya 17 kesan diyar bû û term ji hêla malbatan ve hatin rakirin. Lê nasnameya 11 cenazeyan diyar nebû û duh ji wan termê 7 kesan li goristana bêkesan hatin veşartin. Hat ragehandin 4 termên din ku nasnameya wan diyar nebûye dê îro bên veşartin.

Li Cizîra Bota qedexeya derketina derve 79 rojan berdewam kir û ji jêrzemînên 3 avahiyan, nêzîkî 200 termî hatin derxistin ku piraniya wan hatibûn şewitandin.