HSD 4 gundên din li çiyayê Kizwanê rizgar dike
Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) ji şervanên Kurd, Ereb xiristyan pêk tê, lê piraniya wan ji Yekîneyên Parastina Gel(YPG) ne.
K24-Navenda Nûçeyan
Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) di pêşkeftinên xwe de, li rojavayê çiyayê Kizwanê û bakurê rojhelatê Reqayê 4 gund û 3ê bistanên çandiniyê ji destê DAIŞê rizgar kirin.
Derbarê wan pêşkeftinên nû Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD)ê daxuyaniyek belav kirin, tê de tekez kirin ku, di encama şer û pevçûnên di navbera wan û çekdarên DAIŞê de li rojavayê çiyayê Kizwanê û bakurê rojhelatê Reqayê 4 gund û 3ê bistanên çandiniyê rizgarkirine.
Di daxuyaniyê de hatiye ku, ew gundên hatine rizgarkirin evin, Şelaliyê, Reis El-Tel, Beragih û Eyn Cerma, ew gund dikevin bakurê gundê Mekmen.
Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) ji şervanên Kurd, Ereb xiristyan pêk tê, lê piraniya wan ji Yekîneyên Parastina Gel(YPG) ne.