Li Dêrsimê çûna 11 herêman hat qedexe kirin
Parêzgeriya Dêrsimê da zanîn ku ji 1ê Adarê heta 1ê îlona 2016ê, li 11 deverên bejahiya Dêrsimê "Herêmên Serbazî" hatin ragihandin.
K24 – Dêrsim
Li Dêrsimê 11 "Herêmên Qedexe" hatin ragihandin. Parêzgeriya Dêrsimê da zanîn ku ji 1ê Adarê heta 1ê îlona 2016ê, li 11 deverên bejahiya Dêrsimê "Herêmên Serbazî" hatin ragihandin.
Parêzgeriyê ragihand ku li Dêrsimê tevgerên PKK û rêxistinên deryasayî zêde bûne û ev yek jî bandorê li jiyana civakî û aboriya niştecihan dike û bi armanca parastina can û malên welatiyan qedexeya hatûçûnê hatiye ragihandin.
Beriya du rojan li Çewlîgê 18 herêm, duh jî li Xerpêtê 13 herêm wek herêmên serbazî hatin ragihandin.
Qanûnên Tirkiyê destûr didin ku, parêzgar, ji ber sedemên ewlehî û awarte, bo dema 6 mehan qedexeya hatûçûnê li bejahî û navenda bajaran rabighînin.