Du welatiyên Kurd li Helebê ji aliyê rejîmê ve hatin girtin

Ev ne cara yekemîne rejîma Sûriyê li ser heman xala pişkinînê welatiyên Kurd digre, berî niha jî û di 1ê vê mehê de 4 welatiyên din girtibûn.

K24-Navenda Nûçeyan

Rejîma Sûriyê du welatiyên Kurd ji bajarê Efrînê dema ku diçûn Helebê girtin û birin nav Artêşa xwe.

Li gor malbatên wan welatiya, her yek ji Ramî Hemdo û Ehmed Şêxo ji nahiya Racû ser bi bajarê Efrînê dema ku, dixwestin biçin bajarê Helebê li ser xala pişkinînê ya rejîma Sûriyê li taxa El-Ramûsa hatin girtin û ew weke yedek birin leşkeriya xwe.

Welatiyê binavê Ehmed Şêxo sala 1988 li gundê Ceqmaq a mezin yê nahiya Raco ser bi bajarê Efrînê ye, bavî 4 zarokan e, herwiha Ramî Hemdo sala 1987 ew jî ji nahiya raco ye û bavê 3ê zarokan e, herwiha zarokên birayê xwe yê bavê wan ji aliyê Artêşa Azad ve hatiye kuştin xwedî dike.

Ev ne cara yekemîne rejîma Sûriyê li ser heman xala pişkinînê welatiyên Kurd digre, berî niha jî û di 1ê vê mehê de 4 welatiyên din girtibûn.