Li Kurdistanê kulîlkên Newrozê vebûn
Piştî meha zivîstanê berf hêdî hêdî hiliya û hewa germ bû, li çiya û baniyan jî kulîlkên Newrozê yên ku mizgîniya biharê ne vebûn.
K24 – Meletî
Kulîlkên newrozê yên ku mizgîniya biharê ne, li çiyayan vebûn. Piştî meha zivîstanê berf hêdî hêdî hiliya û hewa germ bû, li çiya û baniyan jî kulîlkên Newrozê yên ku mizgîniya biharê ne vebûn.
Kulîlkên Newrozê her sal di meha Adarê de hindik mabe meh xilas bibe vedibin. Lê ji ber ku germahiya hewayê îsal li gor demsalê zêde germ e, kulîlkên Newrozê jî zû vebûn.
Li Darendaya navçeya Meletiyê her sal li taxa Baytarbagiyê wek kevneşopî kulîlkên Newrozê tên berhevkirin. Li taxê zarok jî beşdarî vê kevneşopiyê bûn û bi mezinan re kulîlk berhev kirin.
Welatî Nurî Akbaşê ku bi zarokên xwe re kulîlk berhev dikirin got ku eger berf hiliya be û kulîlkên Newrozê çiya xemilandibe ew tê wê wateyê ku zivistan qediya ye û êdî dem dema cotkariyê ye.
Akbaş wiha axivî: "Em bi malbatî derdikevin çiya û kulîlkên Newrozê berhev dikin. Bêhna wê ya xweş, reng û şemala wê ya xweşik bandore li me dike. Em van kulîlkên ku me berhev kirine dibin mala xwe didin xanimên xwe. Ew jî dixin nav qedehekî û datînin nav malê daku bêhna malê xweş bibe."
Zarok jî bi mezinan re diçin kulîlkan berhev dikin û van kulîlkên Newrozê wek diyarî didin dayikên xwe.
