Xelkê Taze Xurmatû gefa birrîna Elikitrîka Bexdayê dikin.
Li hember rizgar nekirina gundê Beşîr ji destên Daişê, xelkê Taze Xurmatûyê, gefa birrîna eliktîka Bexdayê dikin û nîgeranîya xwe jî derbirîn, ji bêdengîya hikumeta Îraqê ku heya niha vekolîn nekirîye li ser bikarhînan gaza Xerdelê ji alîyê Daişê ve.
K24- Kerkûk:
Li hember rizgar nekirina gundê Beşîr ji destên Daişê, xelkê Taze Xurmatûyê, gefa birrîna eliktîka Bexdayê dikin û nîgeranîya xwe jî derbirîn, ji bêdengîya hikumeta Îraqê ku heya niha vekolîn nekirîye li ser bikarhînan gaza Xerdelê ji alîyê Daişê ve.
Nûçegihanê Kurdistan 24 di nav qewşena xwepîşanderên Taze Xurmatûyê de ragehand: wek derbirîna nerezayê li hember rizgar nekirina gundê Beşîr ji destên Daişê, xelkê Taze Xurmatû xwepîşandanek encamdan, daxwaz ji berpirsên balayên Îraqê dikin gundê Beşîr ji destê Daişê rizgar bikin, ku zêdetir ji salekêye, rojane çekdarên Daişê ji wir ve nahîyeya Taze Xurmatû burdûman dikin.
Di daxuyannameya xwepîşanderên Taze Xurmatû de hatîye: Gaza Xerdelê li hember me bikar hatîye û hikumeta Îraqê jî, yek peyv li ser evê yekê negotîye. Herweha hikumeta Îraqê û Heşda Şeibê bê dengin li ser wan bûyerên li diverê dihên encamdan.
Di pişkeka din daxûuannameyê de, daxwaz ji serokê fermandeya hêzên Îraqê dikin, rezamendîyê li ser rizgarkirina gundê Beşîr bide. Dibêjin jî zêdetir ji 40 hezar kesan jîyana wan di metirsîyê deye bi egera hebûna Daişê li gundê Beşîr û burûmana wan û bikarhînan gaza Xerdelê, lê hikumeta Îraqê bêdengî hilbijartîye.
Xelkê Taze Xurmatû gefan gefa birrîna elekitrîka Bexdayê dikin û ragehand: Eger Bexda biryara rizgarkirina gundê Beşîr nede, em elikitrîka Bexdayê dê bibirrên, û Bexda dê bê elikitrîk bimîne.
