Aliyên siyasî amaje bi dûrketina Talebanî dikin
Piştî sê salan ji dûrketina Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî, ji proseya siyasî li Iraq û Başûrê Kurdistanê, heta niha aliyekî siyasî behsa rol û karîgeriya serdema Celal Talebanî dikin, ji aliyê YNKiyan xweştirîn hewal başbûn û vegera rewşa tenduristî yê Talebanî ye.
K24 – Hewlêr
Piştî sê salan ji dûrketina Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî, ji proseya siyasî li Iraq û Başûrê Kurdistanê, heta niha aliyekî siyasî behsa rol û karîgeriya serdema Celal Talebanî dikin, ji aliyê YNKiyan xweştirîn hewal başbûn û vegera rewşa tenduristî yê Talebanî ye.
Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî, ji ber rewşa tenduristî ev nêzîkî sê sal in, ji kursiya Serokatiya Bexda û grûpên siyasî yên Başûrê Kurdistanê dûr ketiye.
Di nêrîna çavdêrên siyasî de, Talebanî bi wê dûrketina xwe bandoreke xirab li ser Bexdayê kiriye, ku ji wê rojê de rewşeke nebaş ketiye navbera Bexda û Hewlêrê, YNKî dibêjin, Mam Celal netenê fakterê serekî yê aramiyê bû, lê bo navxweya YNKê birayê mezin bû, ku di çatrêyan de her kes li ser hev kom dikirin û di girantir rewş de hawarkar bû.
Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Celal Talebanî bi serkireyekî dûrbîn dizane. Berpirsekî PDKê jî dibêje: “Nexeşbûn û dûrketina Talebanî ji proseya siyasî, YNK rastî pirsgirêkeke mezin hatiye û şîrazeya rewşa Kurdistanê jî têk çû.
Ne diyar e, ku di rojên pêş de, Talebanî vegere ser şanoya siyasî û berdewamiya çalakiyên xwe bike.
Celal Talebanî, di 17 Şileya 2012an de, ji ber nexweşiyê celteya mejî û dil, li Bexdayê dikeve nexweşxanê, piştre bo çareserkirina pizîşkî diçe Almanyayê, piştî salek û 7 mehan jî di bin çavdêriya bizîşkî vedigere Herêma Kurdistanê, ji wê rojê de jî çendîn berpirsên payebilind yên Herêma Kurdistanê û Iraqê tên serdan û hevdîtina bi Talebanî re dikin, lê niha tenê wêneyên wan hevdîtinan di ragihandina YNKê de tên belavkirin.