Zaroka bi navê Hemza ket nav ava Zapê û winda bû
Li Colemêrgê zarokeke ku li pey goka xwe dibeziya ket ava zapê û winda bû. Li gel hemû hevldanên welatî û tîmên lêgerînê termê wî nehat dîtin.
K24 - Colemêrg
Li Colemêrgê zarokeke ku li pey goka xwe dibeziya ket ava zapê û winda bû. Li gel hemû hevldanên welatî û tîmên lêgerînê termê wî nehat dîtin. Li gorî îdiayan ji ber nedanîna bergiriyan zaroka bi navê Hemza bûye qurbanê xemsariyê.
Li gundê Kirikdagê ser bi bajarê Colemêrgê, zaroka bi navê Hemza Adıyaman ku di pola 4emîn de dixwend, piştî ku ji dibistanê derdikeve ligel hevalê xwe li hewşa dibistanê bi gokê dilîze. Li gorî îdiayan têla li ser dîwarê hewşa dibistanê ya li qiraxa ava Zapê ji bo avêtina çopê hatiye rakirin.
Ji ber ku ev têl hatine rakirin di dema ku Hemzayê biçûk bi gokê dilîze goka wî dikeve nava ava Zapê. Dema ku dixwaze goka xwe ji nav ava Zapê werbigire hevkêşeya wî xira dibe û dikeve nav avê.
Bi agahdariya hevalên wî hemû gundî dest bi lêgerîna Hemzayê biçûk dikin. Lêgerîna ku bi hevkariya cenderma û tîmên taybet yên AFADê destpêkir heta doh êvarî berdewam kir. Lê belê di encama lêgerînan de tû kesî termê Hemzayê biçûk nedît.