Li Sûrê 7 endamên YPSê canê xwe hi dest dan
Li Bakurê Kurdistanê navçeya Surê 7 endamên Yekineyên Parastina Sivîl (YPS) canê xwe ji dest dan.
K24 – Diyarbekir
Li Bakurê Kurdistanê navçeya Surê 7 endamên Yekineyên Parastina Sivîl (YPS) canê xwe ji dest dan.
2 roj berê Parêzgeriya Diyarbekirê bidawîbûna operasyonên li navçeya Surê ragihandibû. Duh jî dema cigîrên parêzger û Rêveberê Ewlekariya Diyarbekirê li navçeya Surê lêkolîn dikirin tê gotin cihekî kîlometreyek ji wan dûr navbera hêzên ewlekariyê û endamên YPSê de pevçûn derketiye.
Hat ragihandin ku di encam şer û pevçûnê de 7 endamên YPSê canê xwe ji dest dane û yek jî bi birîndarî kariye xwe xilas bike. Hat ragihandin ku cenazeyên endamên YPSê bo morga nexweşxaneya Gazî Yaşargîl a Diyarbekirê hatine vegûhestin û di nav cenazeyan de nasnameya keseka bi navê Gulîstan Aysel ku xelkê Bedlîsê ye hate dîtin.
Operasyona li navçeya Surê roja çarşemê bidawî hatibû lê qedexeya derketina derve ev 100 roj in berdewam e.