Li Colemêrgê tevgera leşkerî zêde dibe

Li Bakurê Kurdistanê tevgera leşkerî berdewam e û di vê çaroveyê de 80 tank bo bajarê Colemergê navçeya Geverê hatin vegûhestin.

K24 – Colemêrg

Li Bakurê Kurdistanê tevgera leşkerî berdewam e û di vê çaroveyê de 80 tank bo bajarê Colemergê navçeya Geverê hatin vegûhestin.

Duh derengê şevê 80 tankên ko ji bajarê Wanê birêketibûn di bin bergiriyên berfireh yên ewlekariyê de derbasî navçeya Geverê bûn. Hat ragihandin ku tank li Fermandariya Tûmenê ya li ser rêya Hevreşîmê hatine bicîhkirin.

Hêzên ewlekariyê di 9ê Adarê de li navçeya Geverê Taxa Esentepeyê li dijî Endamên Yekineyên Parastina Sivîl (YPS) operasyon dabûn destpêkirin û pevçûnên tund rûdidan. Di encama wan pevçûnan de welatiyek di nav guleyan de mabû û canê xwe ji dest dabû. Herwiha welatiyek jî birîndar bûbû.