Koçka vajî ya penaberên Kurd ji Elmanîyayê dest pêkir.
Vegerîyana penaberên Kurd ji Elmanîya bûye cihê lênerîna dezgehên ragehandinên ewî welatê.
K24- Hewlêr:
Vegerîyana penaberên Kurd ji Elmanîya bûye cihê lênerîna dezgehên ragehandinên ewî welatê.
Telefizyûna WDRa Elmanîyayê di raportekê de dibêje, roj bi roj hijmara wan penaberan zêde dibe, ewên ku divên vegerin û koça vajî jî dest pêkirîye.
Li gor raporta ewê telefizyûnê, ewan penaberan di dema hatinê de pereyek gelek zehif xerckirine daku bigehin Elmanîya, lê niha bi vajî ve, bi egera qibûlnekirina daxwzîya mafê penaberînîyê li wî welatî, ew amadene hinek pere yên din bidin daku ji Dosildoriv vegerin Hewlêrê. Ku hemû rojên Sêşembîyê bi geşteka firokeyê hijmareka penaberên Kurd divegerin bo Hewlêrê.
Ew kenal herweha dibêje: Pişkek ji penaberan di dema hatina wan bo Elmanîyayê pasportên xwe winda kirine û hinekan jî daxwaz ji kesûkarên xwe kirine pasportên wan ji wan re bişînin daku vegerin.