Xelkê Bane daxwaz dikin rêya piştîkaran bo xelkê deverê vekin.
Serokê Civata Şorayê û hijmareka xelkê Bane ya Rojhilata Kurdistanê, daxwaz ji parêzgarê Sine û nwênerê rêberê Komara Îslamîya Îrabê kirin bi zûtrîn dem rêya sinûrîya piştîkaran li Bane vekin.

K24- Hewlêr:
Serokê Civata Şorayê û hijmareka xelkê Bane ya Rojhilata Kurdistanê, daxwaz ji parêzgarê Sine û nwênerê rêberê Komara Îslamîya Îrabê kirin bi zûtrîn dem rêya sinûrîya piştîkaran li Bane vekin.
Ajansên nûçeyên hindûrîyên Îranê belavkirin, roja Heynîyê serokê Civata Şorayê û hijmareka kesatîyên bajarê Bane serdana parêzgeha Sine kirine û Daxwaz ji Ayetûllah Şahrûdî, nwênerê rêberê Îranê li Sine û parêzgarê Sine kirine, ku bilez bazarê piştîkarên deverê bihê vekirin, hevdem jî derazînka sinûrîya Seyranbendê jî bi fermî bihê vekirin. Ew dibêjin: Jîyan xelkê deverê girêdayî evan sinûrane û divê bi lez pêngav bo bihên havêjtin.
Hejîye bihê gotin ku hijmareka mezin ji xelkê sinûrîyên Rojhilata Kurdistanê karû kasibîyên wan li ser karên pişte ku keristeyan bi piştên xwe di navebra Rojhilat û Başûrê Kurdistanê di veguhêzin çi ba qaçax, çi bi rêyên yasayî.