“Divê dewleta Tirk dest ji sûcên mirovahiyê berde”

Endama Rêveberiya İHDê ya Diyarbekirê Hatîce Demir, ragihand ku mirovên sivîl, li nav kolanan tên kuştin û êşkence kirin lê tu bersûcek, nayê ceza kirin û ji aliyê dewletê ve tên parastin.

K24 - Diyarbekir

Komeleya Mafên Mirovan û xizmên winda û kuştiyên kiryar nadiyar ên salên 1990an, di hefteya 69emîn de li Diyarbekirê, ragihandin ku, ji aliyekî ve têkoşîna ku berpirsên kuştinên salên 90an bên cezakirin didin, ji aliyê din de, li Silopî, Cizîr û Surê sucên dijî mirovahiyê yên nû tên kirin.

Endama Rêveberiya İHDê ya Diyarbekirê Hatîce Demir, bal kişand ser wê yekê ku mirovên sivîl, li nav kolanan tên kuştin, êşkence kirin lê tu bersûcek, nayê ceza kirin û ji aliyê dewletê ve tên parastin. Demir, da zanîn ku heta ev nêzîkatî bidome dê sucên li dijî mirovahiyê jî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê berdewam bin lê ewê jî têkoşîna maf û azadiyên mirovî û jiyaneke hêja bidomînin û ji bo cezakirina wan sucan jî xebat û çalakiyên xwe berdewam bikin.

Di çalakiyê de, çîroka welatiyekî ku li Gundekî Hezroya navçeya Diyarbekirê hatiye desteser kirin û windakirin hat xwendin û daxwaz hat kirin ku êdî dewlet dest jî parastin û zêdekirina sucên mirovahiyê berde.

Di navbera salên 1990 û 1999-an de li Bakurê Kurdistanê zêdeyî hezar kesî ji aliyê hêzên ewlehiya dewletê yên destûrî û derdestûrî ve hatine winda kirin. Hinek ji wan bersûcan hatibin diyarkirin û dad kirin jî lê kes ji wan nehatine cezakirin.