Li Sûrê şer: 4 şervanên YSPê canê xwe ji dest dan
Li Taxa Savaşê ya navçeya Sûra Diyarbekirê di pevçûneke navbera hêzên ewlehiya Tiriyê û Yekîneyên Parastina Sivîl de 4 şervanên YPSê canê xwe ji dest dan û 2 polîsên Tirk jî birîndar bûn.

K24 – Diyarbekir
Li Taxa Savaşê ya navçeya Sûra Diyarbekirê di pevçûneke navbera hêzên ewlehiya Tiriyê û Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) de 4 şervanên YPSê canê xwe ji dest dan û 2 polîsên Tirk jî birîndar bûn.
Li gorî ragihandina çavkaniyên parêzgeriya bajêr, hêzên ewlehiyê li navtaxan de kontrola teqemeniyan dikin. Herwiha hat gotin ku şervanên YPSê ji malekê gule li hêzên ewlehiyê reşandine û şer derketiye, di encam de destpêkê 2 şervanên YPSê li cihê bûyerê, 2 şervanên birîndar jî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest dan. Herwiha 2 polîs jî birîndar bûn.
Beriya hefteyekê jî dîsa li Sûrê 7 şervanên YPSê canê xwe ji dest dabûn. Li navçeya Sûrê operasyon bidawî bûne lê belê qedexeya li ser 6 taxên navçeyê berdewam e.

