Dêrsimî dijî “Herêmên Ewlekariyê” ne
Li Bakurê Kurdistanê li navenda Dêrsîm û 11 deverên girêdayî bajarokên wê Pulur, Xozat û Qislê bi biryara Lijneya Wezîran “Herêmên Taybet ên Asayîşê” hatin ragihandin.
Pinar Keskîn / K24 - Dêrsim
Li Bakurê Kurdistanê li navenda Dêrsîm û 11 deverên girêdayî bajarokên wê Pulur, Xozat û Qislê bi biryara Lijneya Wezîran “Herêmên Taybet ên Asayîşê” hatin ragihandin. Bi vê biryarê re çûn û hatina van deveran bo 6 mehan hat qedexekirin.
Li gorî daxuyaniya Walîtiya Dêrsimê ev biryar ji bo parastina ewlehiya can û malê gelê Dêrsimê, berdewamiya rewşa aramî û ya bi ewle were temîn kirin û herwiha ji bo ku peşîya êrîşên li dijî gel û dewletê bê girtin hatiye dayîn. Piştî vê biryarê Dêrsîmiyan nerazîbûna xwe nîşan dan.
Ji reveberîya şaxa Komeleya Mafê Mirovan (İHD) ya Dêrsimê parêzer Fatma Kalsen ragihand ku bi vê biryarê re kesên ku li herema qedexe dijîn dê şepirze bibin û ji Kurdistan24ê re got: “Ev biryar wê ji 1ê Adara 2016an heta 1ê Îlona 2016an berdewam bike. Bi vê qedexeyê re welatiyên ku debara xwe li ser zozanan dikin dê di warê aborî de rûbirûyê pirsgirêkên mezin bibin. Em daxwazê ji Walitî û Lijneya Wezîran dikin ku vê biryarê paşve bikişînin.”
Welatiyê bi navê Xidir Kasun li ser biryarê diyar kir ku ev qedexeyên ku li ser herêma ku lê dijîn hatiye danîn bi tû awayî nayên qebûl kirin û wiha axifî: "Ev yek ji bo me zilm e. Em biçin wan deveran em ê bimrin û em neçin jî çênabe. Li wan deverên qedexe mêşvan hene û dema neçin dê mêşên wan bimirin."
Welatiyê ku li herêma asayişê ya leşkeri hatiye ragihandin dijî Hesen Yilmaz jî, gilî û gazincên xwe bilêv kirin û neçariya xwe anî ziman: “Ji ber dibêjin her tişt qedexe ye ez ji sala 1994an ve nikarim biçim gundê xwe. Ev der welatê me ye. Rezên me, baxçeyên me û zeviyên me, her tiştên me li vir e.”
Gelê Dêrsimê demek dirêj e ku ji ber tank û topan û bombebarana balafirên şer ên li çiyayên derdora Dêrsimê, di nava tirs û xoveke mezin de bûn. Piştî vê biryara dawîn ya qedexeya li ser bajarokên girêdayî Dêrsimê tirsa di nava gel de zêdetir bû.