Wezîrê penabrên Yunanê taybet bo K24.
Îwans Mozala, wezîrê penabarên Yûnanê, Taybet bi Kurdistan 24, ragehand, piştîvanîyê li xebata gelê Kurd dike û aşnayê xebata gelê Kurde û gelê Kurd dinase û got: Xweşhalim li gel hewe behsa tengijeya penaberan bikim.
K24- Hewlêr:
Îwans Mozala, wezîrê penabarên Yûnanê, Taybet bi Kurdistan 24, ragehand, piştîvanîyê li xebata gelê Kurd dike û aşnayê xebata gelê Kurde û gelê Kurd dinase û got: Xweşhalim li gel hewe behsa tengijeya penaberan bikim.
Mozala, li ser çareserkirina tengijeya penaberan got: Pirsa penaberan li Yunanê pirseka mezine, egera wê jî ewe hinek ji welatên Ewrûpayê sinûrên xwe bi rûyên penaberan re daxistine.
Herwehha got: Rojane 2-3 hezara penaber ji Turkîyayê ve digehin Yunanê û me çend pilanek bo çareserkirina evê tengijeyê pêşkeşkirine.
Got jî: Li gel Turkîyaê em gehşitine rêkevtinekê bo vekirina hinek kempan bo wan penaberên ku dihên vegerandin bo Turkîyayê.
Wezîrê penaberên Yunanê amaje bi wê yekê jî ku hijmara penaberên Kurd li Yunanê di kêmin û got: Kurdan pê başe li welatên xwe vemînin û li dijî Daişê şerr bikin, nekû wek penaberan di kempên me de bimînin.
Got jî: Me ti arişe nine li gel Kurdan, belkû me arîşe li gel penaberên neyasayî hene wek; pakistanî, Mexribî û Tûnisîyan.
Herweha ragehand jî welatê wî nekare arîşeyên penaberên Hemû cîhanê bixin stûyê xwe û berengarî evê arîşeyê bibe.
Li sere wê gujmeya pereya Yekêtîya Ewrûpa dide Turkîyayê bi merema çareserkirina tengijeya penaberan, got: Ew pere ne bo Turkîyayêye, belkû bo penaberên Surayayê ne li Turkîyayê û ew pere dê rasterast bihê dan bi hikumetê.
Tekez jî kir, ew pere bo harîkarîkirina penaberên Suryayêne û got: Ew pere bo wê yekêye zaroyên penaberan vegerin xwîndinê û rewşa penaberan pê baştir bibe li wî welatî.
Li ser çareserkirian evê tengijeya mirovî got: Pêdivîye ev ceng li Îraqê û Suryayê bihê rawestan, bi egera şerre xelk deverên xwe dihêilin û diçin Ewrûpayê, niha jî Ewrûpayê sinûrên xwe daxistine û penaber li Yunanê vemane.
Wezîrê penaberên Yunanê got: Ez şîreta penaberan dikim ku li Turkîyayê vemînin û kêmtir dê hevrûşî arîşeyan bibin, çunku niha sinûrên Ewrûpayê hatine daxistin û nekarin bigehin wan walatên ku wan divên.