Hollanda ji sedî 70 penaxwaz qebûl kirin

Li gor amarên UNHCR di sala 2015an de zêdetir ji yek milyon û 200 hezar penaber giheştine Ewropayê.

K24-Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Hollandayê ragehand ku, ji sedî 70 penaxwazên ku, li wî welatî dimînin qebûl kirine.

Derbarê hejmara wan penaxwazên ku li welatê Hollandayê dimînin, Rêveberiya koç û welatîbûnê ya ser bi Wezareta parastin û Dadweriyê ve, daxuyaniyek belav kir tê de, tekez kir ku, di sala 2015an de 58 hezar û 880 penaxwaz wergirtine, ji wan 27 hezar û 700 penaxwazên Sûriyê bûn.

Rêveberiya koç û welatîbûnê da zanîn ku, ji sedî 70 penaber penaxwazên wan hatine qebûl kirin. Aşkere kir ku, di destpêka sala 2016an de 6 hezar û 300 penaber wergirtine.

Li gor amarên UNHCR di sala 2015an de zêdetir ji yek milyon û 200 hezar penaber giheştine Ewropayê.

Fly Erbil Advertisment