Destûra pirozkirina Newroza Diyarbekirê hat aşkere Kirin

Daxwaza pîrozbahiya newroza li Diyarbekirê ji aliyê Parêzgariyê ve hat pejirandin. Desteya Amedekariyên Newrozê jî daxuyandin ku Parêzgarî destûr daye û bila gel bi coş û girseyî beşdarî pîrozbahiyê bibe.

K24 – Diyarbekir

Daxwaza pîrozbahiya Newroza li Diyarbekirê ji aliyê Parêzgariyê ve hat pejirandin. Desteya Amedekariyên Newrozê jî daxuyandin ku Parêzgarî destûr daye û bila gel bi coş û girseyî beşdarî pîrozbahiyê bibe.

Seroka desteya amadekariya Newroza Diyarbekirê Hafîze Îpek dazanîn ku dê bi rêvebiriya ewlehiya Diyarbekirê re hevheng ewlehiyê berfireh bigrin û bila gel û welatî bi dilekî rihet werin û beşdarî pîrozbahiyê bibin. Îpek ragihand ku 4500 peywirdar dê ji aliyê wan ve bên diyar kirin û li gel wan jî polês jî dê berevaniya ewlehiyê bikin.

Bernameya Newrozê li 12 navçe û bajaran hatibû qedexe kirin, lê newroza Diyarbekirê dê bi awayekî destûrî îsla jî di 21ê Adarê de bê pîroz kirin.