Lîwaya Ehrar El-Reqayê tevlî HSD bû
Li gor pisporên leşkerî rêjeya pêkhateya Ereb di nav Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD)de ji sedî 3ê ye.
K24-Girê Spî
Lîwaya Ehrar El-Reqayê yên ku di nav refê Artêşa Sûriyê ya Azade bûn, tevlîbûna xwe di nav Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) de ragehand.
Li gor daxuyaniyê hêza navborî tevlîbûna wan di demkî de hat piştî rizgarkirina çend navçeyên wan ji aliyê HSD ve, Derbarê tevlîbûna wê lîwayê yek ji fermandarê wî Lîwayê bi navê Elî Esker ji K24ê re wiha got:"Armanca HSD rizgarkirina navçeyên Sûriyê ji DAIŞê ye, em jî vê yekê dixwazin, HSD gelek serkeftin bidestxistine."
Di dema dawî yê de gelek hêzên Ereban tevlî HSD bûne, li gor Berdevê HSD li bajarê Kobanê Şervan derwîş dibêje ku, van grûpan berê şerê wan dikirin, lê niha tevlî wan bûne.
Li gor pisporên leşkerî rêjeya pêkhateya Ereb di nav Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD)de ji sedî 3ê ye.