HDPê teqîna îro ya Stenbolê şermezar kir
Partiya Demokratîk a Gelan HDP teqîna îro ya Stenbolê şermezar kir û ragihand ji aliyê kê ve jî ew teqîn hatibe kirin bila ew be naye qebûl kirin.Partiya Demokratîk a Gelan HDP teqîna îro ya Stenbolê şermezar kir û ragihand ji aliyê kê ve jî ew teqîn hatibe kirin bila ew be naye qebûl kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Partiya Demokratîk a Gelan HDP teqîna îro ya Stenbolê şermezar kir û ragihand ji aliyê kê ve jî ew teqîn hatibe kirin bila ew be naye qebûl kirin.
HDP di derbarê teqîna Stenbolê de ji malpera xwe fermî daxuyaniyek belav kir da zanîn ku êrîşa li dijî sivîlan ji aliyê kê ve hatibe kirin bila ew be naye qebûl kirin û ew vê bûyerê bi tûndî şermezar dikin.
Partiya Demokratîk a Gelan teqîna Stenbolê wekî çalakiye terorê bi nav kir û ragihand ku, Tirkiye bi tundî, dijitî û perçebûnê re rûbirû maye. Her ku diçe derfeta siyaseta demokratîk tengtir dibe. Pêwîste rê û rêbazên çareseriyê werin afirandin û Tirkiye ji vê rewşa aloz xwe xilas bike.
HDP herwiha bang li partiyê parlementoyê kir ku derbasî pêvajoya danûstandinan bikin û gavan biavêjin.
Teqînekî xwekujî Kolana Istiqlal ya bajarê Stanbolê rû da, li gor Parêzgarê Stanbolê, di encamê de 5 kesan canê xwe ji dest dane û 20ê din jî birînarbûnê.
Di heftiya borî de teqîne li Enqerê çê bûbû, di encamê de 37 kesan canê xwe jidest dabûn, TAKê berpirsyaretiya xwe ji wê teqînê re ragehandibû.