Polîsan êrîş bire ser pîrozbahiya Newrozê ya li Silopiya
Walîtiya Şirnexê derbarê pîrozbahiyên Newrozê de biryara qedexyê ragihand, lê welatiyên bajarokê Silopiya dîsa jî cejna Newrozê pîroz kir. Di serdema pîrozbahiyan de polîsan êrîş bire ser girseya ku Newroz pîroz dikir.
K24 – Silopî

Li bajarokê Silopiya ku li ser Şirnexê ye ji aliyê HDPê ve li ber avahiya wê pirozbahiyên bo Newrozê hatin pêkanîn. Ligel parlamenterê HDPê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, rayedarên HDP yên bajarokê û nezîkî bi beşdariya 200 kesan Newroz hatê pîrozkirin.
Gelek polîs hatin şandin, bo qada ku pîrozbahiyên Newrozê lê dihate kirin ku bi stranên kurdî ahenga gel berdewam bû. Piştî hevdîtina Faysal Sariyildiz ya ligel polîsan, ji bo belavbûna welatiyan bang li komê kir. Ji ber ku welatiyan guh neda vê bangê û şahiya pîrozbahiyên Newrozê berdewam kir, ji aliyê polîsan ve li hemberî girseyê êrîş hate pêkanîn. Di encama vê êrîşê de çend polîs bi sivikî birîndar bûn û bi dehan welatiyên ku kevir avêtin polîsan hatin binçavkirin. Di encama mudaxeleya polîsan de girseya ku li hev civiya bû belav bû.