Rosya Hoşdarîyê dide Emerîkayê.
Rosya hoşdarîyê dide Emertîkayê eger bersiva daaxwaza wan nede, Rosîya yek alî hêzê dê bikar bihîne, dijî wan alîyên agrirbesê pêşêl dikin li Suryayê.
K24-Hewlêr:
Rosya hoşdarîyê dide Emertîkayê eger bersiva daaxwaza wan nede, Rosîya yek alî hêzê dê bikar bihîne, dijî wan alîyên agrirbesê pêşêl dikin li Suryayê.
Sêrgî Rodiskoy, supasalar û serokê opirasyûnên supayê Rosyayê, dibêje: Me li 5/Adarê ve wêneyeka rêkkevtinameyan daye Emerîkayê li ser pêşêlkarî yên agirbesê me ew agahdar kirine. Rosyayê pêşnîyaz kirîye, herdû alî Rosya û Emerîka bi rêya hijmareka şarezayan rewşa agirbesê li Suryayê gêngeşe bikin. Ew danîştin li 18yê Adarê ew kombûn hat encamdan. Lê encameka weha nebû, bi egera nebûna amadebaşîyê ji alîyê Emerîkayê ve bo van corên axivtinan û negehiştin rêkkevtinê li ser evê pêşnîyazê.
Sêrgî Rodsikoy, dibêje: Eger Emerîkayê karvedan nebe, Rosya dê yek alî xlên rêkkevtinê encam bide û dê karvedan hebe li dijî wan alîyên ku agirbesê pêşêl dikin, belê hîç hêz li dijî hevwelatîyan û giropên aştîxwazan bikar nahîne.
Li 27/ Subat ev sal agirbes li Suryayê hat ragehandin ku hemû hêzên Suryayê divegire tenê Daiş nebe.