Başîk…Pêşmergeyan şikest bi hêrişeka Daişê hînan.

Evro çekdarên Daişê li mihwera Başêkê hêriş kirin ser çeperên Pêşmergeyan, fermandarê fermandeyîya Helgurd a Hêza Pêşmerge, ragehand: Pêşmergey şikest bi hêrişa Daiş hînaye û çend çekdarên Daiş hatin kuştin.

K24- Hewlêr:

Di hevpeyvîneka taybet  de bo malpera Kurdistan24, Mûsa Gerdî fermandarê fermandeya Helgurd a Hêza Pêşmerge, ragehand: Evro berî nîvro, Daişê li mihwerê  Başîk hêriş kirin ser çeperên Pêmergeyan, lê Pêşmergeyên Qehreman destên xwe ji wan vekirin û hêrişa Daişê şkandin.

Li ser zîyanên canî di vê hêrişê de got: Ewa me bînî li dema revîna wan çekdarên Daişê dû terim hilgirtibûn, lê  xweşbextane Pêşmergey hîç zîyan nebûn.

Fermandarî fermandeya Helgurd herweha got: çekdarên Daişê li şeva burî, bi sê otombîlan xwe nêzîkî çeperên Pêşmergey kirin daku bi roj di hêrişa xwe de serkevtî bin, lê li teqeya yekê, Pêşmergey rê nedane wan li çeperên Pêşmergey nêzîk bibin û şikest bi hêrişa wan hîna.