Hevşaredarên Colemêrgê bo 15 salan hatin zindankirin
Hevşaredarên Colemêrgê Dîlek Hatîpoglu û Nûrûlah Çîftçî, ji ber ragehandina "Rêveberiya Xweserî" bi 15 salan cezayê girtinê hatin zindankirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevşaredarên Colemêrgê Dîlek Hatîpoglu û Nûrûlah Çîftçî, ji ber ragehandina "Rêveberiya Xweserî" bi 15 salan cezayê girtinê hatin zindankirin.
Hevşaredarên HDP'ê jî di nav de, 11 endamên HDP'ê û rêveberên Şaredariyê, îro derketin pêşberî Dadgeha Cezaya Giran a Colemêrgê.
Parêzeran, destnîşankirin ku , di daxuyaniya hevşaredaran de tiştekî deryasayî nîne û xwestin hemû girtî bên azadkirin.
Desteya dadgehê, bo her yek şaredar û 7 tometbaran 15 sal cezaya girtinê da. Her wiha 2 kesan jî ceza ne girtin.
Hevşaredar, di 14'ê tebaxa 2015 de, li pêş avahiya şaredariyê, beşdarî daxuyaniya "Rêveberiya Xweser" bûbûn. Hevşaredar Hatîpoglu û Çîftçî, di 23'ê tebaxê de ji hêla dadgehê ve bi tometa "Têkdana yekîtiya welêt" hatibûn girtin.
Xizm û piştevanên girtiyan, piştî aşkerekirina biryarê nerazîbûn nîşan dan.