Li Eniya Başîk leşkerekî Tirk canê xwe jidest da

Li Eniya Başîk ya Başûrê Kurdistanê, DAIŞê bi mûşekan êrîşî leşkerên Tirkiyê kirin, di encamê de leşkerekî Tirk canê xwe jidest da û leşkerkî din birîndar bû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Eniya Başîkê ya Başûrê Kurdistanê, DAIŞê bi mûşekan êrîşî leşkerên Tirkiyê kirin, di encamê de leşkerekî Tirk canê xwe jidest da û leşkerkî din birîndar bû.

Li gor daxuyniya Artêşa Tirkiyê jî, ku Li eniya Başkan û di encama şerê di navbera hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de, DAIŞê mûçekek arasteyî navendekê kir, di encamê de leşkerekî Tirkiyê canê xwe jidest da û leşkerekî din birîndar bû.

Îro danê sibê, çekdarên DAIŞê li Eniya Başîkê  êrişî ser çeperên Pêşmergeyan kirin, fermandarê fermandariya Helgurd a Hêza Pêşmerge, ragehand: Pêşmergey şikest bi êrişa DAIŞê aniye û çend çekdarên DAIŞê jî hatin kuştin.

Leşkerê Tirk yê birîndar, bi hilokoptereke leşkerî bo Tirkiyê hat veguhastin, niha jî li nexweşxaneya Şirnexê tê dermankirin.

Piştî bûyerê, navenda DAIŞê li Eniya Başîkê ji aliyê topxaneya Artêşa Tirkiyê hat topbarankirin.