Hedya Yûsif: fedralîzma Rojava ne tenê ya partiyên Kurdane

We tê zanîn ku Hedya Yûsif weke Hevseroka Encûmena Damezrêner a sîstema fedraliya Rojava û Bakurê Kurdistanê hate destnîşan kirin.

K24-Amûdê

Hevseroka Encûmena Damezrêner a sîstema fedraliya Rojava û Bakurê Sûriyê ragehand ku, sîstema fedraliyê ji her kesî re vekirye, ne tenê ya partiyên Kurdan ne, lê belê ji partiyên hemû pêkhateyan re vekirye.

Derbarê vê babetê Hevseroka Encûmena Damezrêner a sîstema fedraliya Rojava û Bakurê Sûriyê Hedya Yûsif di civîna yekem a Encûmena Damezrêne de û di kongreyekî rojnamevanî de wiha got: "Me ji destpêkê de gotiye ku, sîstena fedralîzmê li Rojava û Bakurê Sûriyê hemû civaka me bi hemû hêzên xwe yên siyasî vedhewîne."

Yûsif da zanîn ku, ev systemne tenê ya partiyên Kurdan e, lê belê ya partiyên hemû pêkhateyane.

We tê zanîn ku Hedya Yûsif weke Hevseroka Encûmena Damezrêner a sîstema fedraliya Rojava û Bakurê Kurdistanê hate destnîşan kirin.

Fly Erbil Advertisment