Turkman daxwaz dikin, Pêşmerge pişikdar bibin li rizgarkirina Beşêr.
Turkumanê bajaroka Taze Xurmatû û Kerkûkê daxwaz dikin Hêzên Pêşmerge harîkarîya Heûda Şeibî bike, li rizgarkirina gundê Beşîr.
K24- Hewlêr:
Turkumanê bajaroka Taze Xurmatû û Kerkûkê daxwaz dikin Hêzên Pêşmerge harîkarîya Heûda Şeibî bike, li rizgarkirina gundê Beşîr.
Yek ji çalakvanên Turkuman bi navê Îstebrîq Oglo, bi Kurdistan24 ragehand: Em bi rêya kenala hewe daxwaz dikin hêzên Pêşmerge û Hêzên din lezê bikin ji azadkirina Beşîr û rizgarkirina canê danîşvanên Taze Xurmatû.
Suheyle Mehemed, yekeka dine ji çalakvanan ku pişikdarî di qewşenê de kiribû, got: Heya niha me 15 kes şandine Turkîyayê bo çareserkirinê, ku bi egera gaze Xerdel birîndar bûne, herweha dû hezar û 75 kesên din nexweşin û li nexwşxane yê Kerkûkê hatine xewandin.
Di hevpeyvîneka taybet de bo Kurdistan24, Elî mehdî, Gotebêjê Enîya Turkumanan ragehand: Heya niha çi rêkkevtineka sîyasî û asayîşî nîne ka bo rizgarkirina Beşîr bi çi hêz dê bihê sipartin. Em daxwaz dikin pişikdarî bi Heşda Şeibî bihê kirin û pêdivîye hevahengî di navbera Kurd û Turkumanan hebe bo rizgarkirina Beşîr.
Gundê Beşîr dikeve Başûrê Kerkûkê, danîşvanên wê Turkumanên Şîe rêçîkin, ev gund nêzîkî dû salane kevtîye jêr destên Daişê, heyan niha Heşda Şeibî zêdetir ji 20 hêrişan encamp dane bo vegirtina gundê Beşîr lê wan şikest hînane û nekarîne Beşîr rizgar bikin.
Çend caran çekdarên Daişê ji gundê Beşîr ve topbarana bajaroka Taze Xurmayû dikin. Hevdem gaza Xerdel li dijî Hêzên Pêşmerge û danîşvanên Taze Xurmatû bikar hînane û heya niha 5 hevwelatîyan bi egera evê yekê canê xwe ji dest dane û hijmareka mezin jî birîndar bûne.