Esed: Fedraliya Kurdan xeyaleke

Esed amaje bi yekê jî kir ku, ew navçeyên fedralîzim lê hatiye ragehandin rêjeya Kurdan ji sedî 23ê ne, ev yekejî dihêle ku fedraliya Kurdan xeyalek be.

K24-Navenda Nûçeyan

Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed derbarê fedraliya Rojava û Bakurê Sûriyê ragehan ku, kesên ku ew fedralî ragehandine yan di xeyalan de dijîn yan jî rastiya hebûna Kurdan di dîroka Sûriyê de nizanin.

Derbarê fedraliya Kurdan rojnameya El-Ekbara Libnanî ya ser bi rejîma Sûriyê axiftinên Esed derbarê fedraliya Rojava û Bakurê Sûriyê belavkir tê de wiha hatibû gotin: "Kesên ku ew fedralî ragehandine yan di xeyalan de dijîn yan jî rastiya hebûna Kurdan di dîroka Sûriyê de nizanin."

Daxuyaniyê Esed di dema pêşwaziya wî ji başdarbûyê dîdara Erebî û Islamî bo piştevaniya wî welatî re hatin kirin.Esed di gotara xwe de jî wiha got:"Amerîka û alîgirên wê dixwazin destkeftan ji pirsa Kurdî werbigrin, lê ew di vê mijarê de biser nakevin."

Esed amaje bi yekê jî kir ku, ew navçeyên fedralîzim lê hatiye ragehandin rêjeya Kurdan ji sedî 23ê ne, ev yekejî dihêle ku fedraliya Kurdan xeyalek be.