DAIŞê jineke Asorî ji Til Temrê berda

Berî niha jî DAIŞê hemû Asoriyên ku, berî niha li bajarokê Til Temir girtibûn berdan.

K24-Navenda Nûçeyan

Rîxistina DAIŞê jineke Asorî ji navçeya Şamîramê ser bi bajarokê Til Temir yê Rojavayê Kurdisanê berda.

Derbarê berdana wê jina Asorî îro, tora Asorî ya Mafê Mirovan daxuyaniyek belav kir tê de wiha hate gotin: "Sibeha îro, cejna Qiyametê çekdarên DAIŞê jina Asaorî bi navê Miryem Daud Talya ji navçeya Şamîramê ser bi bajarokê Til Temir berda."

Tora Asorî ya Mafê Mirovan da zanîn ku, bi berdana vê jinê tenê sê jinên Asrî dimînin cem rêxistina navborî.

Berî niha jî DAIŞê  hemû  Asoriyên ku, berî niha li bajarokê Til Temir girtibûn berdan.