Barzanî: Tundrewî û tundutîjî nekarin kultura bi hev re jîyanê lawaz bikin

Bi hilkevta cejna Qîyame ya Hezretê Mesîh, serokê Herêma Kurdistanê peyameka pirozbahîyê arsteyê mesîhî yên Kurdistanê û cîhanê kir.

K24- Hewlêr:

Bi hilkevta cejna Qîyame ya Hezretê Mesîh, serokê Herêma Kurdistanê peyameka pirozbahîyê arsteyê mesîhî yên Kurdistanê û cîhanê kir.

Di peyamê de hatîye, Supas ji bo Xwedayê mezin gelê Kurdistanê bi hemû pêkhate yên xwe ve xwedîyê çand û kultûra dewlemend û mirovparêzane ya pêkvejîyanê û aştîxwaze ku reh ên wê li dîrokê heye û hizra tundrewî û terorê bi tu awayekî nikarê wê kultûrê lawaz bike û dirzê bixe di nav pêkhate yên Kurdistanê de.
Ev jî deqa wê peyama serok Barzanî ye.

Bi helkefta hatina cejna Qiyameya Hezretî Mesîh (Silavên Xwedê Li ser be), pîrozbahîyeka germ pêşkêşî xuşk û birayên Mesîhi yên Kurdistan, Iraq û seranserê cîhanê dikim.

Supas ji bo Xwedayê mezin gelê Kurdistanê bi hemû pêkhate yên xwe ve xwedîyê çand û kultûra dewlemend û mirovparêzane ya pêkvejîyanê û aştîxwaze ku reh ên wê li dîrokê heye û hizra tundrewî û terorê bi tu awayekî nikarê wê kultûrê lawaz bike û dirzê bixe di nav pêkhate yên Kurdistanê de.

Bi vê helkefta pîroz careka din tekez dikim ku em hemû di welatê xwe da yan pêkve dimrîn yan bi serbilindî pêkve dijîn. Terorîstên dijminê Xweda û mirovayetiyê li ser destê Pêşmerge tûşî şikestê hatine û xuşk û birayên me yên Mesîhî bi serbilindî divegerin dever ên xwe û pêdivîye piştî ji navçûna terorîstan rêkar û baweriyeka wiha bi xuşk û birayên me yên Mesîhî û pêkhatên din bê dayîn ku bikarin bi bextewerî û aştî bijîn û êdî karesat dûbare nebin.

Xuşk û bira û hevwelatiyên Mesîhiyên Kurdistanê jî, ji wê yekê dilniya dikim ku di hemû rewşek da li sayeya kultûra pêkvejiyana Kurdistanê wekî pêkhate yên din bi wekheviyê jiyana xwe bibin ser û asayîş û keramet û mafên wan parastiye.

Carekî din pîrozbahiya evê cejnê li hewe dikim û hêvîdarim aştî şaperên xwe bi ser devera me û hemû cîhanê re bikşîne.


Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
27.03.2016