Alîyên sîyasî yên Kurdistanê dê kom bin û Gorran jî pişikdar nabe.

Evro Dûşembîyê alîyên sîyasî yên Başûra Kurdistanê li bajarê Silêmaîyê dê kom bibin bo gêngeşekirinê li ser guhertinên dawîyê yên pêkhînan hikumeta teknukrata Îraqê ku biryare serok wezîrên Îraqê Heyder Ebadî encamp bide.

K24- Hewlêr:

Hevdem alîyên Kurdistanî di Civata Nwênerên Îraqê de kom  bûn û ragehandin ew bi kêmtir ji 20% postan bo Kurdan qibûl nakin.

Ji alîyeka dî ve Şoriş Hacî gotebêjê Bizava Gorran li ser pişikdarîkirina Gorran di wê kombûnê de bi Kurdistan 24 ragehand: Ew pişikdaîyê di kombûna evro de nakin, çunku wan firakisyûna xwe li Bexdayê raspartine  bo biryardanê li ser ewê pirsê.

Pêkhînana hikumeta teknukrat ku demeke di navendan de gêngeşe li ser dihê kirin gelek behs û  bi dûv xwe re hînaye.