Pirsa serxwebûna Kurdistanê diçe Kongirêsa Emerîkayê.

Serokatî ya Zanko ya Soran ragehand, di çalakîyeka hevpişik de li gel Zanko ya Sentera Filorîdayê, di dîdarekê de li kongirêsa Emerîkayê danûstandin li ser pirsa serxwebûna Kurdistanê û Pêşmerge û şerrê Daişê hat kirin.

K24- Hewlêr:

Serokatî ya Zanko ya Soran ragehand, di çalakîyeka hevpişik de li gel Zanko ya Sentera Filorîdayê, di dîdarekê de li kongirêsa Emerîkayê danûstandin li ser pirsa serxwebûna Kurdistanê û Pêşmerge û şerrê Daişê hat kirin.

Malpera fermî ya Seokatîya Zankoya Soran Belv kirîye: Bo cara yekê di dîroka znkoyê de li Kurdistanê, Znkoya Soran gêngeşe li ser pirsên giringên niha yên Kurdistanê kir li Kongirêsa Emerîkayê  û bala xelkên baladest û xwedî biryar rakêşan bo xebat a Pêşmergey  û serxwebûna Kurdistanê. Di yek ji çalakî yên hevpişik de, Zanko ya Soran û Zankoya Senetera Filorîdayê (The University of Central Florida) dû dîdarên ekadêmî û ramyarî li rojên 22-23/Adarê li paytexta Emerîkayê birêveçûn.

Zanko ya Soran xuya kir: di dîdar a yekem de ku girêdayî aynde ya Îraqê û pêgeha kêm netewe û olî yên Kurdistanê û serxwebûna Kurdistanê bû, her yek ji Dr. Kemal Odîşo (ragirê sentera vekolîn ên zanistî ya Zankoya Soran), Beyan Samî Ebdulrehman(Nwênera Hikumeta Herêma Kurdistanê li Emerîkayê) û Dr. Guneş Teşgur (Kurdnas û seyda li zanko ya Sentera Filorîdayê) gotar pêşkeş kirin.

Herweha xuya kir: Di dîdara dûyem de ku li Kongirêsa Emerîkayê bi amadebûna hijmareka mezin ji sîyasetvan, rojnamevan û pisporên sitratîjî û ramîyarî birêve çû. Di vê penalê de ronahî xistin ser xebat a Pêşmergey dijê Daişê û rola serkirdatîya Kurd li pirsa serxwebûna Kurdistanê û piştevanî ya Emerîkayê bo biryara serxwebûnê. Panêlistên evê dîdarê: Dr. Nehro Zagros, ( yarîderê serokê Zankoya Soran bo karûbarên zanistî), Dr. Kemal Odîşo( ragirê sentera vekolîn ên zanistî li zanko ya Soran), Dr. Sitîvin Kûk( Rawêjakar û vekoler li kansil a peywendîyên nêvdewletî li Waşintinê) û Dr. Guneş Teşgur (kurdanas û seyda li Zankoya Sentera Filorîdayê).