Pişkek ji partîyên Rojhilat: Em dê dest bikin bi xebata çekdarîyê.
Pişkek ji alîyên siyasî yên Rojhilata Kurdistanê ragehandin, careka din dê dest bikin bi xebata çekdarîyê li dijî Komara Îslamî ya Îranê.
K24- Hewlêr:
Pişkek ji alîyên siyasî yên Rojhilata Kurdistanê ragehandin, careka din dê dest bikin bi xebata çekdarîyê li dijî Komara Îslamî ya Îranê.
Hevdem sikirtêrê Hizba Dîmukrtî ya Kurdistanê amaje bi wê yekê kir, ku bê hevgirtin û hevahengî ya hêzên sîyasî xebata çekdarîyê serkevtî nabe, evê yekê jî karvedaneka mezin hebû li Rojhilata Kurdistanê.
Rêresma ev sal a Newrozê li sinûrê Başûr û Rojhilat a Kurdistanê gelek bi gurûgermî bi rêveçû, Hizba Dîmukratîya Kurdistan a Îranê dibêje: Ev destpêka xebata Çekdarîyê ye li dijî Komara Îslamî ya Îranê. Ew dibêjin em dê Pêşmergeyan bişînîn û bangewaz jî belavkirine bo peywestbûna hêzên wan.
Sala bûrî parêzerên Rojhilata Kurdistanê weku bale çekdarîyê Hizba Dîmukrtîya Kurdistanê,çend bizav li Rojhilata Kurdistanê Encamdan li dijî hêzên Îranê. Ev sal jî dibêje em careka dî dê dest bikin bi xebata çekdarîyê.
Lê di germîya evan behsan de, Xalid Ezîzî, sikirtêrê Hizaba Dîmukrtî ya Kurdistanê, di korekê de li Parîsê, gotibû: Hemû Patîyên Rojhilata Kurdistanê nekarin gundeka Rojhilatê rizgar bikin. herweha dibêje heya herdû alîyên Hizba Dîmukratî û rêxstîyên wan jî hev negirin nekarin livîneka bi hêz bikin û daxwaza harîkarîyê ji derve bikin.
Niha hemû hêzên sîyasî yên derve ya Rojhilata Kurdistanê çekdarin û piranîya partîyên Rojahilatê wan jî ezmûna xebata çekdarîyê li dijî Komara Îslamî ya Îranê hene, ew dibêjin bêdengî ya çekên me wata wê ne ewe ku me çek danaye, hîç alî jî naveşêre ku di dema xwe de careka din dê dest pê bikin.