YPG: Tirkiyê biryara agirbestê li Sûriyê binpê kiriye
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) giliyê li kiryarên artêşa Tirkiye dike, ku Tirkiyê biryara agirbestê li Sûriyê binpê kiriye.
K24 – Navenda Nûçeyan
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) giliyê li kiryarên artêşa Tirkiye dike, ku Tirkiyê biryara agirbestê li Sûriyê binpê kiriye.
Fermandariya YPGê nameyek ji tîma çavdêriya agirbesta li Sûriyê re şand, YPGê di nameya xwe dibêje, artêşa Tirkiyê biryara agirbestê binpê kiriye û bi mûçekan êrîşî taxa rojavayê Qamişlo kiriye, herwiha şervanên YPGê yên li nêzîkî sînor gulebaran dike.
YPGê di nameya xwe de jî hûrgiliyên bûyerê dide xuyankirin û dibêje, ji encama ketina wan her du mûşekan, ti ziyanên canî nebûne.
Serokwezîrê Tirkiyê Ehmed Davutoglu ragihandibû, ew bi agirbestê pabend nabin, ji ber metirsî li sînorê ji aliyê YPG û DAIŞê ve hene, heger pêwîst be jî ewê tedabîrê xwe derbarê YPGê û DAIŞê de bistînin.
Di 27ê meha borî de, agirbesta li Sûriyê kete warê cîbecîkirinê, aliyên rejîm, opozîsyon û YPGê, pabendiyên xwe bi agirbestê dan ragihandin, heta niha jî berdewam e.