Lehiyê ziyan gihandine zeviyên Rojava
Bajarokê Çilaxa bi 50 kîmetreyan ji bajarê Qamişlo dûre, akinciyên wê jî Kurd, Ereb û hejmareke kêm xirstyanin.
K24-Qamişlo
Li bajarokê Çilaxa yê Rojavayê Kurdistanê, di encama baranbarîneke bihêz zirareke mezin geheşte zeviyên welatiyên wê deverê.
Peyamnêrê K24ê ragehand ku, duh êvarî li tavahiya herêmên Rojavayê Kurdistanê taybet bajarokê Çilaxa di encama baranbarînê zeviyên çandiniyê yê wî bajarokî têkçûn, herwiha ava baranê derbasî nav male welatiyan bû, zirareke mezin jî gihande kelûpelên wan.
Peyamnêrê K24ê da zanîn ku, xaniyekî ku bi ax û kelpîçan hatibû ava kirin, di encama wê baranbarîna bihêz de, hate rûxandin.
Bajarokê Çilaxa bi 50 kîmetreyan ji bajarê Qamişlo dûre, akinciyên wê jî Kurd, Ereb û hejmareke kêm xirstyanin.