Jinek a Kurd ji alî yê wezîr ê derve yê Emerîkayê ve dihê xelat kirin.
Biryare evro li çarçove ya rêzgirtinê li jin ên biwêr,wezîrê derve yê Emerîkayê jineka Kurd xelat bike.
K24- Hewlêr:
Biryare evro li çarçove ya rêzgirtinê li jin ên biwêr,wezîrê derve yê Emerîkayê jineka Kurd xelat bike.
Dr. Nexem Newzad Hesen ku pizîk û çalakvaneka bwarê maf ên Êzdîyane, di nav lîst a xelatkiryan de ye, ku bi amadebûna cêgirê serokê Emerîkayê xelatan dê dabs bike.
Nexem Newzad, pizîşke li nexweşxane ya Qeza ya Şêxanê, yek bûye ji wan pizîşk ên ku di destpêka hêrş a Daişê bo ser Şengalê û deverên Êzdîyan bi hewar a jin ên Êzdî çûye û nemaze jî ewên ji alî yên çekdar ên Daişê ve hevrûşî tundûtîjîyê û destdirêjîyê bûne.
Biryare evro demjimêr 10:30 sipêdê, li wezaret a derve ya Emerîkayê, wezîrê derve yê Emerîkayê, Con Kêrî, xelat a sal a 2016 ya wezîrê derve bo jin ên biwêr ên nêvdewletî bihê dabeşkirin.
Rêresim taybete bi jin ên biwêr li 10 sal ên bûrî, li ser ast ê cîhanê û têde Cozêf Baydin Cêgir ê Serok ê Emerîkayê, gotarekê dê pêşkeş bike û têde giringî ya rêzlênanê dihê xuyakirin li nêzîkî 100 jinan li 60 welat ên cîhanê, di 10 sal ên bûrî de.
Di dîdarê de panel û sîmînar ên taybet dihên pêşkeşkirin bo nîşandan a ewê di dem a bûrî û di niha de xelat wergirtine.
Herweha gotarek ji alî yê Edmîral Mîşêl Haward dihê pêşkeşkirin, ku yekem jine pile yaw ê bo Edmîral a çar stêran hatîye bilindkirin, hevdem yekem jin a Eferîkayî-Emerîkayî ye ku pile ya Edmîral ji wezaret a Berevanî ya Emerîkayê bi dest xwe ve hînaye.
Bi awayek a salane xelat a wezîrê derve bo jin ên biwêr ên nêvdewletî, rîz ji wan jinan dihê girtin ku li seranserî cîhanê biwêrîyek a bêmînak û rêberînî tomar kirine li bervanîyê ji aştîyê, dadperwerînîyê, maf ên mirov, wekhevî ya cêderî û şîyankarî ya jinan sera hebûn a metirsî ya kesî li ser wan di piranî ya deman de.