Warren: Li Mexmûrê DAIŞ 2 k.m paşve vekişiye
Hevpeymaniya Navdewletî radigihîne, proseya leşkerî ya Mexmûr, Hît û Feloce di heman demê de birêve diçe. Li Eniya Mexûr bi kûrahiya du k.m çeperên DAIŞê yên pêşî derbas kiriye.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevpeymaniya Navdewletî radigihîne, proseya leşkerî ya Mexmûr, Hît û Feloce di heman demê de birêve diçe. Li Eniya Mexûr bi kûrahiya du k.m çeperên DAIŞê yên pêşî derbas kiriye.
Bedevkê Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê Steve Warren di konfiranseke rojnamegeriyê de li Balyozxane Amerîkayê li Bexdayê ragihand ku, bombebarana hevpevpeymaniyê çeperên pêşî yê DAIŞê jinav biriye û ziyaneke darayî ya mezin gihandiye wê, ku niha DAIŞ nikare mûçeyên çekdarên xwe bide.
Warren got jî: “Hefteya borî, hevpeymaniyê karî berpirsê darayî yê DAIŞê yê bi navê Hecî Îmam tê naskirin, li Sûriyê bikuje.
Derbarê proseya leşkerî jî Warren aşkere kir, proseya leşkerî ya Felûce, qezaya Mexmûr û navçeya Hît di heman demê de birêve diçin. DAIŞ nîvê navçeyên ku din kontrola wê de bû, jidest daye. Li Eniya Memûr bi kûrahiya 2 k.m çeperê pêşî derbas kiriye.
Warren amaje kir jî, ku navçeya Bêcî û bajarê Tikrît, Rumadî û Şingal ji destê DAIŞê rizgar kirine.
Warren diyar kir jî, ku proseya leşkerî ya Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê, li Iraqê rojane 11 milyon dolar e, Amerîka jî rojane wê xerciyê dide.
Warren da zanîn, ku hêza Marins ya ku gihêştiye Iraqê, bi şêweyeke demkî dimîne û di çarçova rêkeftinekê di navbera Iraq û Amerêkayê de hatiye, ku li gor wê rêkeftinê biryar bû Amerîka 3 hezar û 500 leşkerên Amerîkî li Iraqê bimînin, hatiye.