Barzanî: Pêşmerge bûye navek pîroz li cîhanê, hêma ya berxwedanê û têkşikandin efsane ya Daişan.
Serok ê Herêm Kurdistanê, Mesûd Barzanî, ragehand: Pêşmerge bûye navekê piroz li seranser ê cîhanê û bûye hêma ya berxwedanê û têkşikandin a efsnane ya Daişan.
K24: Zaxo:
Serok ê Herêm Kurdistanê, Mesûd Barzanî, ragehand: Pêşmerge bûye navekê piroz li seranser ê cîhanê û bûye hêma ya berxwedanê û têkşikandin a efsnane ya Daişan.
Di pişikdar ya xwe de li aheng a derçûn a gerr a 21 ya efserên afret, di gotrekê de Mesûd Barzanî serok ê Herêm a Kurdistanê ragehand: Evro rojeka gelek xoşe û min ûmêdek a mezin bi we heye, ku dê boşayîyek amezin pir bikin û mil bi milên bira yên xwe dê qehermanîyan tomar bikin û ders ên xebat û bexwedan nîşa hemû cîhanê dê bidin.
Herweha got: Hûn dirêjepêder ên wê rêbaz û şoriş ne ku bab û bapîr ên we, bi nan ê hişik di centkê de û bi cifteyan xebat kirî û sores destpêkirî. Evro berhem ê xebat a wan e û berhem ê xwîn a wan şehîdan e. dem a welat ê dikeve ber metrisîyê û hêriş a dijmin û tîroristan, hinge kurr û kiç, pîr û ciwan ên Kurdistanê amade ne canê xwe bibexşin û fîda bikin bo paraztin a keramet a milet ê xwe.
Di pişkek a dî ya gotar a xwe de got: Di vî şerrê tîrorist ên Daişê de, kurr û kiç ên me, Pêşmerge yên qehreman bo cîhanê çespand ku di qehremanin û Kurdistan ji hemû tiştek a din bi behatir û şirîntire. Cihê şanazîyê ye jî bo me ku evro nave Pêşmerge bûye navekê piroz li seranser ê cîhanê û bûye hêma ya berxwedanê û têkşikandin a efsnane ya Daişan.
Herweha got jî: Me vîya nîşa cîhanê bidin ku kurr û kiç ên me amaden e bo fîdakarîyê û cudahî jî di naveber a Kurr û kiçan de nîye. Hewe Derek mezin vekir û dîwarekê bikind jî şikand.
Heweha got: Evro bîrwerî ya 69 sala ye li ser şehîdkirina pesewa Qazî Mehemed û bi vê hilkevtê bêjîn wî, ew alayê te radest ê Barzanî kirî, evro em li Kurdistanê serbest û serfirazîn li sêber a ewî alay.