Li Dêrsima Bakurê Kurdistanê pevçûn derket

Li Dêrsima Bakurê Kurdistanê li hemberî cihê kontrolê yê polîsan êrîşeke çekdarî pêk hat. Piştî êrîşê pevçûn derket. Di encama pevçûnê de milîtanê êrîş pêk anî yê bi navê Onur Polat hate kuştin.

K24 – Dêrsîm

Li Dêrsima Bakurê Kurdistanê li hemberî cihê kontrolê yê polîsan êrîşeke çekdarî pêk hat. Piştî êrîşê pevçûn derket. Di encama pevçûnê de milîtanê êrîş pêk anî yê bi navê Onur Polat hate kuştin.

Îro danê sibehê saet nêzî 08:30an 2 kesên ku endamê DHKP-Cê ne êrîşeke çekdarî bir ser kontrolgeha polîsan ya nêzî Walîtî û Dadgeha Dêrsimê. Di navbera endamên DHKP-Cê yên ku bombe avêtê kontrolgeha polîsan û hêzên ewlehiyê de pevçûn derket.

Di pevçûnê de êrîşkarekî jiyana xwe ji dest da û êrîşkarekî jî xwe ji cihê bûyerê xelas kir.  Piştî êrîşê ewlekariya bajêr bo bigihêje êrîşkarê din, operasyoneke berfireh da destpêkirin.

Her wiha Walitiya Dêrsîmê bi daxuyaniyeke niviskî navê êrîşkar aşkere kir.

Li gorî daxuyaniya Walîtiyê kesên kesê bombe avête kontrolgeha polîsan endamê DHKPê yê bi navê Onur Polat e.