Di teqîna Amedê de 6 polîs hatin kuştin
Teqîna Amedê di demekî de hat ku, hejmarek wezîr serdana bajêr kiribûn. Herwiha biryar e îro jî Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu serdana Sura Amedê bike.
K24-Amed
Duh, danê êvarî, li ser rêya Amed û Rihayê nêzikê Termînala Amedê dema otobuseka polîsan derbas dibû otombîlele bombebarkirî hate teqandin. Di encamê de 6 polîs hatin kuştin û 23ê din jî birîndar bûn.
Li gor peyamnêrê K24ê di nav birîndaran de kesên sivîl jî hebûn, rewşa hinekan giran e. Piştî teqînê hejmarek zêde ambûlans û tîmên agirkuj gihiştin cihê bûyerê û hêzên ewlekariyê jî bergiriyan sitandin.
Heta niha ti alî teqînê hilnegirtiye ser xwe û ti kes nehatine binçavkirin.
Teqîna Amedê di demekî de hat ku, hejmarek wezîr serdana bajêr kiribûn. Herwiha biryar e îro jî Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu serdana Sura Amedê bike.